• Tuesday, 02 July 2024
logo

Encûmena Nûneran li ser lêpirsîna Trump dicive

Gulan Media January 10, 2021 Nûçe
Encûmena Nûneran li ser lêpirsîna Trump dicive
Sibe Duşemê Encûmena Nûnerên Amerîkayê li ser lêpirsîna derbarê Trump de dicive. Plana Demokratan ew e eger Donald Trump îro Yekşemê dest ji kar bernede, sibe li Encûmena Pîran maddeyekê bi navnîşana handana bo serhildanê aktîv bikin, Donald Trump bi handana derxistina alozî û êrîşkirina ser Kongresê tohmetbar dikin ku di encam de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Di civîneke çapemeniyê de li ser dûrxistina Trump pirsyar ji Jeo Biden hat kirin, wek bersiv got, saleke dibêje Trump bi kêrî serokatiyê nayê.

Joe Biden, Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê, dibêje, “Ev saleke dibêjim ev zilam bo serokatiyê nabe, serokeke ku di dîroka Amerîkayê de herî zêde kêmasiyên wî hene, mijar ne ew e doh çêbûbe ku dibêjin divê ji Koşka Spî bê dûrxistin, pirsyar ew e, ew çend rojên mane çi diqewime. 81 milyon kes rabûn ser piyan û gotin dema wê hatiye biçe. Encûmena Pîran jî 93 beramber 6 dengan piştrast kir ku wextê wê ye sond bixun û hatine hilbijartin. Bi baweriya min girîng e li ser karê xwe berdewam bin û wî ji desthilatê dûr bixin. Rêya herî bilez jî bo vê yekê ew e ku 20ê Çile sonda destbikarbûnê bixun.”

Her çiqas 9 rojên Trump ên desthilatê mane, lê Demokrat dixwazin li ser wan tohmetan ku xistine stûyê wî, proseya lêpirsînê bidin destpêkirin. Egera lêpirsîna derbarê Trump de zêdetir bû piştî senatorên Komarî jî piştgiriya xwe bo proseyê anîn ziman.

Hakeem Jeffries, Endamê Kongresê, dibêje, “Ez vekirî bibêjim ku divê Donald Trump yekser ji kar bê dûrxistin. Divê lêpirsîn ligel bê kirin, were cezakirin, ji Cadeya 1600 a Pennsylvania bê derxistin û bo heta hetayê bikeve nav zibildana dîrokê. Her saniyeyek, her deqeyek Donald Trump li ser desthilatê bimîne, gef e bo ser tendirûstî, silametî û başiya xelkê Amerîka û demokrasiya wê.”

Demokrat û Komarî zerar û ziyanên Trump tenê di wê rojê de nabînin ku xelk teşwîq kir êrîşî Kongresê bikin, xirab birêvebirina krîza Coronayê jî dixin stoyê wî, Hakimê bajarê New Yorkê ji hemûyan aciztir e, De Blasio, Trump bi wê yekê tohmetbar dike ku di dema belavbûna Coronayê de xizmeta herî kêm bo bajarê wî kiriye.

Bill de Blasio, Hakimê New Yorkê, dibêje, “Divê her niha dest ji desthilatê berde, dibe bibêjin vî karî nake, ew neke divê Mike Pence yê cîgirê wî bi bikaranîna yasaya serrastkirî ya 25 bike, dibe bibêjin di warê siyasî de bi Mike Pence ne maqûl e, ew jî neke spasiya Xweda bikin ew xelkên me hene. Endamên Kongresê, yên lêpirsînê li Donald Trump dikin ji ber pêdiviya me bi wan e bikin. Pêwîstiya me bi wana ye berevaniyê li Amerîka û proseya demokrasiyê li Amerîkayê bikin.”

Donald Trump di rewşeke berevaniya lawaz de ye, Twitter pû Facebook jê hatine standin, herçiqas amadebûna xwe jî pêşan daye ku desthilatê bi awayekî aştiyane radest bike, lê ew yasaya ku biryar e sibe li Encûmena Nûneran bê aktîvkirin, dikare piştî nemana Trump li ser desthilatê jî lêpirsînê ligel bike, eger Encûmena Pîran bi piraniya dengan karî tohmetên li ser Trump biselimîne, nikare careke din behsa xwe berbijêrkirinê bike bo serokatiya Amerîkayê.

Rudaw
Top