• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Efrînê 20 girtîgehên nehênî yên eşkencedanê hene

Gulan Media January 10, 2021 Nûçe
Li Efrînê 20 girtîgehên nehênî yên eşkencedanê hene
Li Efrînê zêdetir ji 20 girtîgehên nehênî yên grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin hene, tê de welatiyên kurd yên tên revandin tên eşkencekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de diyar kir, li Efrînê hejmarek ji girtîgehên nehênî yên grûpên çekdaran hene ku ti serweriya yasayan û dadweriyê lê nîn in. Di wan girtîgehan de, welatiyên kurd yên tên revandin, li ser destê wan çekdaran rastî eşkenceyên hovane û kuştinê tên. Ji wan zîndan û girtîehan:

1- Girtîxaneya Veguhestinê li bajarê Efrîn: di destê çekdarên Cebhe El-Şamiyê de ye. Di vê zindanê de girtî bi awayekî hovane têne eşkencekirin û piştre ji bo zindana Sico li Ezazê têne veguhestin.

2- Girtîxaneya gundê Beradê Ew berê weke Berageheke mezin bû, lê niha kirine zindan û ew jî di bin destê Cebhe Şamiyê de ye û girtiyên navenda bajêr tê de dimînin, bi taybetî girtiyên jin, li wir jî girtî rastî eşkenceyên gewdeyî û derûnî yên hovane tên.

3- Girtîxaneya Dibistana Keramê: Ev dibistan ji kevintrîn dibistanên Efrînê tê naskirin, ew di bin destê Feyleq El-Şam de ye û tê de beşeke taybet bi girtiyên jin heye ku girtî bi giştî tê de têne eşkencekirin.

4- Girtîxaneya Dadgehê: Li heman dadgeha berê ye û taybet e bi girtiyên jin û di bin destê çekdarên Cebhe Şamiyê û MÎT a Tirkiyê de ye, girtiyên jin ji her devereke Efrînê tê de hene.

5-Girtîxaneya gundê Tirundê: Di bi destê Mîta Tirkiyê de ye û ji zindanên veşartî yên herî xirab tê zanîn, li wir jî girtî I awayekî hovane têne eşkencekirin.

6- Girtîxaneya dibistana Ezhar Efrîn a taybet li Efrînê: Çekdarên Ehrar El-Şerqiyê wê birêve dibin û MÎTa Tirkiyê jî serpereştiyê dike, piraniya girtiyan ji xelkê bajêr û gundên Efrînê ne.

7- Girtîxaneya dibistana El-Îtîhad El-Erebî li Efrîn: Çekdarên Cebhe Şamiyê birêve dibin û tê de beşekie taybet bi girtiyên jin heye, piştre ev zindan bû navendeke leşkerî.

8- Girtîxaneya Taxa Eşrefiyê: Ew bi xwe maleke kevin e û di destê çekdarê bi navê Ebû Idrîs de ye. Di vê girtîxaneyê de 4 ode hene, ku 2 ji wan ji bo girtiyan e û hejmara wan digihe 50-60 kesî jî.

9- Girtîxaneya Taxa Mehmûdiyê: Çekdarên Hemzat vê zindanê birêve dibin û tê de bi dehan girtî hene, jê 2 ode taybet bi girtiyên jin in.

10- Girtîxaneya Taxa Vêlat: Ew bi xwe malek e û çekdarên Ehrar Şerqiyê wê birêve dibin.

11- Girtîxaneya dibistana Emîr Xubarî: MÎT a Tirkiyê bi hevkariya çend fermandarên grûpên çekdar birêve dibe. Tê de lêpirsîn bi kesên ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar kiribûn tê kirin.

12- Girtîxaneya gundê Basûtê: Herwiha bi Zindana Kelehê tê naskirin û çekdarên Hemzat wê birêve dibin û piraniya girtiyan ji deverên di bin kontrola wê girûpê de ne.

13- Girtîxaneya gundê Xirêba Şera: Pêştir di destê çekdarên Sultan Murad de bû, niha jî bûye zindanek di destê Polîsa leşkerî û Polîsa sivîl de ye.

14-Girtîxaneya gundê Kefercenê: Di destê Cçekdarên Cebhe de ye, girtiyên nikariibin fidyeya berdanê bidin, li wir têne kuştin, ji ber ku 15 heta 20 hezar dolar ji wan dixwazin. Di vê zindanê de girtîne hene bêtirî 2 salan li ser girtina wan derbas bûye, lê nayin dadgehekirin û ji bo polîsa leşkerî û polîsa sivîl jî neyin veguhestin. Ew grûp li wan girtiyan xwedî dernakevin û red dikin li cem wan in jî.

15- Girtîxaneya gundê Şingêlê-Navçeya Bilbilê: Zindan maleke biçûk e û di destê çekdarên Hemzat de ye ku gundên Şingêlê, Zeerê, Elî Karo û Bêkê kontrol dikin. Zindan bi xwe berê axirek bû û niha di vê zindanê de eşkenceyên hovane bi derheqê girtiyan tê kirin, wek kehrebe, blanko, dolab, danîna hesinekî di navbera herdu destên kesê girtî de, Bense ji bo hilkirina dirnaqan, şewitandina bi cixaran, kebla 4 xetî, ji ber vê eşkenceya hovane, gelek girtî ker û filîçî bûne.

16- Girtîxaneya Meydan Ekbes-Navçeya Reco: Çekdarên Feyleq El-Şam bi serpereştiya MÎTa Tirkiyê birêve dibe, nêzîkî sînorê bi Tirkiyê re hatiye avakirin û têra 350-400 girtî dike û ji 10 odeyan pêk tê. Piştî eşkencekirin û lêpirsîna seretayî, girtî ji bo Tirkiyê têne veguhestin.

17- Girtîxaneya Mihetê(Wîstgeh)-Navçeya Reco: Di destê çekdarên Ehrar El-Şerqiyê de ye. Piraniya girtiyan ji xelkê navçeyê ne û bi zindana herî xirap li navçeyê tê naskirin.

18- Girtîxaneya gundê Kûra-Navçeya Reco: Girtîgeheke biçûk e, ew maleke nêzîkî gund e û di destê çekdarên Feyleq El-Şam de ye.

19- Girtîxaneya Şiyê-Navçeya Şiyê: Bi Zindana Ebû Emşe tê naskirin, ji navê fermandarê girûpa wê deverê kontrol dike hatiye, eşkenceyên hovane tê de tê kirin.

20- Girtîxaneya gundê Qermitliq-Navçeya Şiyê: Çekdarên Mihemed Casim (Ebû Emşe) fermandarê girûpa Sultan Silêman Şah wê birêve dibin. Di vê zêndanê de çend girtî di dema eşkenceyê de bi guleyan hatine kuştin.

Bajarê Efrînê ku ji 18ê Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên opozîsyona Sûriyê ve hatiye dagîrkirin, li gor zanyariyên çalakvanan, heta niha zêdetir ji 6500 welatiyên kurd hatine revandin û li ser destê grûpên çekdara rastî eşkenceyên hovane tên.

K24
Top