• Tuesday, 02 July 2024
logo

Wezareta Pêşmerge: Xanenişîniya pêşmergeyan li gorî qanûna çaksaziyê tê kirin

Gulan Media January 10, 2021 Nûçe
Wezareta Pêşmerge: Xanenişîniya pêşmergeyan li gorî qanûna çaksaziyê tê kirin
Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ragihand, xanenişîniya pêşmergeyan li gorî qanûna çaksaziyê tê kirin û yên ku xizmet û temenê wan negihê asta qanûnî, nayên xanenişînkirin.

Berpirsê karûbarên xanenişîniyê li Wezareta Pêşmerge, Serhed Naweranî ji BasNewsê re got, li gorî qanûnên Kurdistanê ew pêşmergeyê/a ku bixwaze xanenişîn bibe divê temenê wî/wê ji 45 salan kêmtir nebe. Yên kêmendam jî divê rêjeya kêmendamiya wan %50 kêmtir nebe.

Serhed Naweranî her wiha got, divê her pêşmergeyek herî kêm 15 salan xizmet bike û 45 sal jî temen hebe, paşê dê were xanenişînkirin. Eger ev şert tê de nebin, nayên xanenişînkirin.

Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge da zanîn, xanenişîniya pêşmergeyan li gorî qanûna çaksaziyê tê kirin û got, di çarçoveya wê qanûnê de pêşmergeyên ku bi şiklekî ne qanûnî hatine xanenişînkirin, xanenişîniya wan tê betalkirin.

Basnews
Top