• Tuesday, 02 July 2024
logo

Şêxmûs Ehmed: DAIŞê li kampa Holê dewleta xîlafetê ava kiriye

Gulan Media January 10, 2021 Nûçe
Şêxmûs Ehmed: DAIŞê li kampa Holê dewleta xîlafetê ava kiriye
Berpirsê Kampên Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed radigihîne, ji bo kontrolkirina rewşa ewlehiya kampa Holê pêwîstî alîkariya Iraq, Yekîtiya Ewropa û Hevpeymaniya Navdewletî heye.

Li gor raportên medyayê di sala 2020an de 33 kes di nava kampa Holê de hatine kuştin. Duhî jî xwekujekî di nava wê kampê de xwe teqand û endamekî asayişê canê xwe ji dest da.

Li ser rewşa koçberan û kampên li rojavayê Kurdistanê û li herêmên Rêveberiya Xweser, Berpirsê Kampên Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji K24ê re got: “Rewşa koçberan di sala 2020an de gelekî giran bû. Herwiha ji ber dagîrkirina Girê Sipî û Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiyê ve, hejmara koçberan li rojavayê Kurdistanê zêde bû û 3 kampên nû ji wan re hatin vekirin. Vê yekê jî barekî mezin li ser Rêveberiya Xweser çêkir. Loma Rêveberiya Xweser di meha Cotmehê de biryar da, koçberên sûrî dikarin ji kampa Holê derkevin.”

Şêxmûs Ehmed diyar kir jî, li herêma Şehbayê zêdetir ji 125 hezar koçberên Efrînê li ser 5 kampan hatine parvekirin, ew jî di rewşeke aloz de ne, ji ber ku ji aliyê rêjîma Sûriyê, hêzên Tirkiyê û Rûsyayê ve dorpêçkirî ne.

Li ser rewşa kampa Holê ku hejmarek mezin ji malbatên DAIŞê lê ne, Şêxmûs Ehmed got: “Bi taybet li kampa Holê gelek hewldanên revê hatin kirin û hejmarek kes lê hatin kuştin. Herwiha duhî jî endamekî DAIŞê xwe li nava kampa Holê xwe teqand û endamekî asayişê jî canê xwe ji dest da.”

Derbarê derxistina malbatan ji kampa Holê, Şêxmûs Ehmed diyar kir, bi biryara Rêveberiya Xweser, nêzîkî 6500 kesê sûrî ji kampa Holê hatin derxistin. Herwiha destnîşan kir jî, Rûsyayê û hin welatên Sovyeta berê hin zarokên xwe yên sêwî ji kampan wergirtin.

Li ser pirsa kontrolkirin ewlehiyê di nava kampa Holê de, Şêxmûs Ehmed got: “Erkê parastina ewlehiya kampan, erkê civaka navdewletî ye, ji ber ku koçberên 54 regeznameyan li kampê hene û beşê mezin iraqî ne. Hêzên asayişê dikarin derdora kampê biparêzin. Lê ji bo parastina nava kampê û ji bo barê me sivik bibe, divê Iraqê welatiyên vegerin welatê xwe û em jî koçberên sûrî derdixînin. Tenê malbatên biyanî dimînin, ji bo wan jî divê Yekîtiya Ewropayê bi Rêvebriya Xweser re alîkar be ji bo parastina wan.”

Herwiha got jî: “Nêzîkî 70 hezar kesî di nava kampa Holê de ne, ev bi xwe jî biqasî bajarekî ye û xelkê wê jî bi hêzên asayişê re ne alîkar in. DAIŞê li kampa Holê dewleta xîlafetê ji xwe re ava kiriye û dadgeh û hêz ji xwe di nava wê de ava kirine û xelkê dikujin. Di vê rewşê de alîkariya navdewletî, Iraq û Hevpeymaniya Navdewletî pêwîst e, ji bo kamp were kontrolkirin.”

K24
Top