Iraq derbarê ceza kirina Falih Feyaz de bersiva Amerîkayê da
Duh 09.01.2021ê wezareta derve ya Iraqê bi beyanameyekî ve ragehand, biryardana ceza kirina serokê desteya Heşdî Şeibî ya Falih Feyaz de ji nişkawa pêkhatiye.
Wezareta derve ya Iraqê herwaha ragehand, welatê wan dijî wê biryarê ye û qebûl nake.
Di heman beyanameyê de hat ragehandin, hikûmeta Iraqê li gel îdareya naha û ya nû kar dike bo çareser kirina pirsgirêka ceza kirina berpirsên Iraqê.
Wezareta xezîneya Amerîkayê roja 08.01.2021ê Falih Feyaz ji ber hebûna peyvendiyên wî bo gelek binpê kirinên metirsîdar ên mafên mirov di dema xwepêşandanên sala 2019ê yên li Iraqê, ji ber wê jî xist lîsteya cezayan.
Basnews