• Tuesday, 02 July 2024
logo

Tirkiyê û çekdaran derdora Til Temirê topbaran dikin

Gulan Media January 10, 2021 Nûçe
Tirkiyê û çekdaran derdora Til Temirê topbaran dikin
Ji çend rojan ve, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê hinek gundên derdora Til Temir topbaran dikin. Herî dawî, çekdarên girêdayî Tirkiyê gundê Dirdara topbaran kirine. Li Eyn Îsa jî, grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê topbarankirina gundewarên Eyn Îsa zêde kirine. Jêderên HSD dibêjin wan rê li ber pêşveçûnên çekdaran girtine.

Çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê, ji sê rojan ve, gundên derdora Til temir, bi taybet li bakurê bajêr, topbaran dikin.

Herî dawî, roja înê, grûpên çekdar gundê Derdare bi tundî topbaran kirin. Ji encama topbaranê, xelkê gund bi temamî gund vala kirine.

Şervanên Encûmena Pasevanên Xabûr in ku ji pêkhateya Aşûrî ne li nav gund belav bûne . Ji bilî topbaranê ku artêşa Tirkiyê jî bi topxaneya xwe piştevaniya grûpên çekdar dike, şer û pevçûn jî di navbera şervanên Pasevanên Xabûr ş çekdarên opozisyona Sûriyê de derdikevin.

Rêveberê Cîbicîkar ê Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî ji Rûdawê re behsa bandora vê topbaranê li ser navçeyê kir û got: “Em topbaran Tirkiyê û milîsên girêdayî wî şermezar dikin. Ev topbaranê vê dawiyê tişta mayî ji jêrxaneya navçê dike armanc û nişteciyên ditirsîne, û aramî û cîgîriya jiyana wan têk dide. Bi nêrîna min ev dijberiya bêhûde çavkaniya dahata jiyana xelkê jinav dibe û jinav biriye ku ew jî çandinî ye.

Derbarê Aşûriyan de, bi rasît li navçeyê jibilî bi dehan kesên Aşûrî nemane, piştî ku ew piranî bûn li wê navçeyê berî 20-30 salî. Sedemên vê yekê jî êrîşra rêxistina DAIŞê li ser gundên Aşûriyan bû û paşê jî binpêkirinên Rêveberiya xweser û milîsên wê li dijî nişteciyan bûn.”

Li Eyn Îsa jî, şeva înê li ser şemiyê, hêzên artêşa Tirkiyê topbarankirina bajarokê Eyn Îsa û derdora wî berfireh kir.

Topxaneya Tirkiyê bi giranî derdora bajarokê Eyn Îsa, gundê Cehbel, gundê Mişêrfe û riya M4 li bakurê Reqayê topbaran kir.

Hêzên artêşa Tirkiyê herwiha sayloya gundê el-Makef li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa kirine armanc.

Tevî ku ji berê ve, topxaneya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê gundewarên Eyn Îsa û Til Temirê car caran topbaran dikin, lê di nava 3ê hefteyên borî de, ji bilî topbaranê, êrîşên bijahî jî carcaran tên kirin û grûpên çekdar gefa kontrolkirina Eyn Îsa dixwun. Çavdêr û şopînerên rewşa navçeyê vê yekê bi qonaxa veguhêz li Amerîkayê girêdidin ku Tirkiyê hewl dide sûdê jê werbigire û pêgehê xwe li navçeyê berfirehtir û bihêztir bike.

Rudaw
Top