Tenduristiya Helebcê: Li nav nexweşxaneyan de ti nexweşekî Koronayê nemaye
![Tenduristiya Helebcê: Li nav nexweşxaneyan de ti nexweşekî Koronayê nemaye](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/89dabeb18c9f1cf6fd714bfcbaad586c_L.jpg )
Berdevka tenduristiya parêzgeha Helebcê, dr. Şanaz Neqşbendî ji BasNewsê re got, ti nexweşekî Koronayê li nav nexweşxaneyên Helebcê de nemane û hemû baş bûne û çûne malên xwe.
Dr. Şanaz Neqşbendî her wiha got, nêzîkî 20 rojan e ti kes li Helebcê bi Koronayê nemiriye û ti kes jî bi Koronayê neketiye. Ji ber wê jî em spasiya tevahiya nojdar û karmendên tenduristiyê dikin ku bi fedakariyek mezin rûbirûyî Koronayê bûn. Em spasiya welatiyan jî dikin ku şîretên tenduristiyê bicîh tînin.
Li gorî amarên fermî, heta niha li parêzgeha Helebcê 3 hezar û 99 kes bi Koronayê ketine. Ji wan, 2 hezar û 955 kes baş bûne û 153 kes jî bi Koronayê mirine.
Basnews