Çekdarên DAIŞê 7 çekdarên mîlîşyayên rêjîma Sûriyê kuştin
![Çekdarên DAIŞê 7 çekdarên mîlîşyayên rêjîma Sûriyê kuştin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1610264952hezen-rejim-suriye-beyaban.jpg )
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞê li Şilola ya rojavayê Dêrazorê êrîşî ser mîlîşyaya Berevaniya Niştimanî ya rêjîma Sûriyê kir û di encamê de 7 çekdarên wê mîlîşyayê hatin kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûn.
Ev di demekê de ye, çekdarên DAIŞê li beyabana Sûriyê (beyabana di navbera Hema û Dêrazorê de) çalak bûye û karî bû 7 gundan li wê deverê ji destê hêzên rêjîma Sûriyê kontrol bike.
Di çend rojên dawiyê de şer û pevçûn giran di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên rêjîma Sûriyê de li beyabana Sûriyê rû didin. Pêr jî di şerekî de 19 leşkerên artêşa Sûriyê û 12 çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin.
Rewangeha Sûrî diyar kir jî, di 72 demjimêrên borî de jî, firokeyên Rûsyayê 170 lêdanên asmanî li dijî xalên DAIŞê li wê herênê pêk anîn û ziyanên mezin gihandine wê rêxistinê.
K24