Leşkerên Tirkiyê hejmareke gundên Licê dorpêç kirin
![Leşkerên Tirkiyê hejmareke gundên Licê dorpêç kirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/557279Image1.jpg )
Li gor zanyariyên çavkaniyên xwecihî operasyona artêşa Tirkiyê ku li gundên Çagdaş, Dîbek, Arikli û Baglanê yên ser bi Licê ve li Bakurê Kurdistanê hatibû destpêkirin berdewam e.
Her li gor zanyariyên xwecihî piştî ku duh di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de şerekî dijwar rû da, ew gundên navborî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin dorpêçkirin.
Heman çavkaniyên xwecihî hatin û çûna bo wan gundan ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatiye girtin û rê bi kesê nayê dayîn ji malên xwe derkevin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê duh, 09/01/2021 ragihandibû ku di encama şer û pevçûneke de di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de li Licê, leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
Heta niha ji aliyê PKKê ve li ser şer û pevçûnên vê dawiyê yên li wê deverê ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin.
Rudaw