• Tuesday, 02 July 2024
logo

Diyale – Li Şareban çekdarekî Heşda Şeibî ji aliyê DAIŞê ve hat kuştin

Gulan Media January 10, 2021 Nûçe
Diyale – Li Şareban çekdarekî Heşda Şeibî ji aliyê DAIŞê ve hat kuştin
Li devera Şareban ya parêzgeha Diyale ya Iraqê, di êrişeka çekdarî de çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin.

Serokê encumena bajarokê Şareban li parêzgeha Diyale, Ednan Mihemed ji BasNewsê re got, duh bi şev li nêzîkî bajarokê Şareban terorîstên DAIŞê êrişî tabûra 24 ya Heşda Şeibî kirin.

Ednan Mihemed da zanîn, di wê êrişê de çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin.

Berdevkê polîsê Diyale, Nîhad Mihemed jî êriş piştrast kir û got, terorîstên DAIŞê piştî êrişê karîn birevin û xwe veşêrin.

Basnews
Top