Îran gef li civata cîhanî dike
![Îran gef li civata cîhanî dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/iran_3.jpg )
Serokatiya Parlementoya Îranê ragihand ku eger dorpêçên ser Îranê neyên rakirin vê demê Îran bi awayeke berfire dest bi zengîn kirina Oraniyûmê dike.
Serokatiya parlementoya Îranê herwiha diyar kiriye ku eger dorpêç neyên rakirin emê rê nedin ti lêkolereke navnetewî serdana Îranê bike û lêkolerên ku li Îranê ne jî der bixin.
Parlementoya Îranê herwiha diyar kiriye ku eger daxwazên wan neyên cîhbicîhkirin vê demê li ser vê mijarê proje qanûnek dipejrîne û hikûmet jî pîwerdar dike ku proje qanûna han bo der kirina lêkolerên navnetewî li Îranê cîhbicîh bike.