• Tuesday, 02 July 2024
logo

Ebu Dilo xwe radestî hêzên asayişê kir

Gulan Media January 9, 2021 Nûçe
Ebu Dilo xwe radestî hêzên asayişê kir
Karsazê Kurd Fûad Mihemed ku weke Ebu Dilo tê naskirin û şahiya zewaca kurê wî deng vedabû û bûbû rojev xwe radestî hêzên asayişê kir.

Li gor zanyariyên çavkaniyek ji malbata wî ku ji Rûdawê re ragihand, Ebu Dilo û kurê wî îro, 08.01.2021 li Qamişlo xwe radestî hêzên asayişa Rojavayê Kurdistanê kirin.

Ev yek di demekê de ye ku Sibeha roja Çarşemê derdora saat 04.30, di şahiya kurê bazirgan Fûad Mihemed ku bi Ebu Dilo tê naskirin hejmareke zêde ya teqemeniyên şahî û kêfxweşiyê hatin avêtin.

Li ser dengê wan teqemeniyên xweşiyê, hemû Qamişlo ji xew şiyar bû û tirseke mezin li cem xelkê çê kir ku ev di demekê de bû, alozî di navbera asayişa Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê de hebû, her du aliyan êxsîr ji hev girtibûn û tirsa rûdana şerekî mezin hebû.

Teqandina wan fişekên dawetê, heta bi Bakurê Kurdistanê çû û xelkê Nisêbînê jî pê hesiya. Li cem xelkê tirsa derketina şerê bi hikûmeta Sûriyê re çê kir.

Avêtina teqemeniyên xweşiyê di nîvê şevê de, li ser torên civakî dilgiraniyeke mezin li pey xwe anî û ev çend roj in mijara sereke ya torên civakî ye li Rojavayê Kurdistanê.

Dozgeriya Giştî ya Qamişlo jî daxwaz ji hêzên asayişê kir, ku Ebu Dilo radestî dadgehê bikin ji bo ku lêpirsîn li gel wî bê kirin.

Hejmarek ji parêzeran di vê dozê de, Ebu Dilo û kirê wî Mihemed bi tirsandina xelkê Qamişlo û têkbirina rihetiya wan û aramiya bajêr tometbar kirin.

Fûad Mihemed ku eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ye li ser vê mijarê beşdarî bultena Rojavayê Kurdistanê ya Rûdaw TVyê bûbû û behsa şahiya zewacê ya kurê xwe kiribû ku bûye rojev.

Derbarê cilên li ber kur û bûka xwe ku cilûbergên şahên Osmanî bûn, Ebu Dilo dibêje, ne wî ew cil li kur û bûka xwe kirine û aşkere dike, “Ew kinc bi fotomontajê hatine amadekirin, ez tiştek wisa nakim û lêborînê ji xelkê Qamişlo dixwazim.”

Li doza li dijî wî hatiye vekirin jî Ebu Dilo dibêje, “Ez xwe ji ber qanûnan nadim aliyekî, dema hat daxwazkirin ez dê biçim dadgehê û dê zelal bibe ka çiqas rast e. Ez derneketime derveyî qanûnê.”

Ew karsazê Kurd dibêje jî, “Min perê xwe dernexistiye derve û perê hemû li Rojava di xizmeta Kurdan de ye. Deriyê min ji her kesî re vekiriye. Ji bo alîkariya hejaran jî em amade ne. Deriyê min ji feqîran re vekiriye. Min alîkariya dêran jî kir.”

Li ser mijara teqandina fîşekên hewayî ku di wê dema sibehê de bû sedema tirsekeme mezin di nav xelkê de dibêje, “Piştî bi dawîhatina şahiyê fîşekên hewayî hatin avêtin.”

Rudaw
Top