Li Îlamê girtiyekî Kurd hat bidarvekirin
![Li Îlamê girtiyekî Kurd hat bidarvekirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1610175968124062.jpg )
Malpera Mafên Mirovan a Hengaw ragihandiye; girtiyekî kurd bi navê Riza Nûrî (33 salî) roja 2 Kanûna sala 2020 li bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû bidarvekirin lê heta niha di medyaya Îranê de behsa wê yekê nehatiye kirin.
Li gorî agahiyan, ew welatiyê kurd, xelkê nahiya Dereşar ya Îlamê bû 6 sal berê û bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û bi sizayê qîsasê hatibû mehkûmkirin.
K24