Îsmaîl Beşikçî: PKK pabendî yasayên Tirkiyê ye lêbelê yasayên Herêma Kurdistanê bin pê dike
![Îsmaîl Beşikçî: PKK pabendî yasayên Tirkiyê ye lêbelê yasayên Herêma Kurdistanê bin pê dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/8aa31c0aaec64a7dca0aab8227cc33f8_L.jpg )
Di gotara xwe de Îsmaîl Beşîkçî amaje bi wê yeke kiriye ku PKK li welatên weke Almanya, Fransa,Holenda û Swed xwe ligor statû û yasayên wan diguncîne, herwiha li cihên weke Îstanbul, Îzmîr, Bursa, Edena û Mêrsînê jî peywendiya gelek kurdan ligel PKK/KCk heye li wir cjî bi awayekî siruştî PKK/KCK pabendî yasa û qewareya siyasî ya Tirkiyê ye, herweha li Diyarbekir, Wan û Batmanê jî heman halet heye. Lêbelê PKK/ KCK pabendî yasa û qewareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabe. Dixwaze wê qeware yê biçûk bike, bîşkîne û guşarê bixe ser hukimiraniya wê.
Herwiha Îsmaîl Beşîkçî derbarê dijayetiya PKKê beramber xwe û Herêma Kurdistanê wiha nivîsandiye: ’’Hemû wan kesên bi êrîşan tên ser min û rexneyan li min digirin, bi tenê jî nikarin bejin PKK/KCKê Hikûmeta Herêma Kurdistan qeware, yasayên taybet hene û êwe pêwîste pabend bin, êrîş nekine ser Pêşmerge, êrîş nekine ser nûsîngehên Partiya Demokrata Kurdistanê. Herwiha nabêjin çawa pabendî yasayên dewletên weke Almanya, Fransa, Hollenda bûye, li vir jî pabendî yasayên Herêma Kurdistanê be.
Basnews