Hakim Şêx Letîf: Iraq mûçeyên fermanberên xwe nikare bide û pirsgirêkên cîdî yên budce û mûçe hene
![Hakim Şêx Letîf: Iraq mûçeyên fermanberên xwe nikare bide û pirsgirêkên cîdî yên budce û mûçe hene](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/99cd4ecfa54a18cc8a23bf59857837a1_L.jpg )
Parlamenterê berê yê fraksiyona Gorran li Parlamentoya Iraqê Hakim Şêx Letîf di nivîseke bi serenava ‘’Derveyî Çaksaziyê ti helbijardeyeke din tine’’ belav kir û di wê nivîsê de ragehand: ‘’Çare tine û divê ew çaksaziyane her bên kirin’’ ku herêma Kurdistanê pê heye.
Herwaha diyar kir: ‘’Kurd dibêjein herkesekî li benda cîranê xwe be dê bê şîv birazê. Iraq jî xwedî pirsgirêkên cîdî yên budce û mûçe ye û nikare mûçeyê fermanberên xwe bide. Di budceyê de gelek kêmanîn di budceyê de heye û berê xwe daye deynên derve û navxwe. Êdî dê çawa naha pêbendî mûçexorên herêma Kurdistanê jî bixe stûyê xwe?
Wî parlamenterê berê yê Gorran dibêje eger nirxê neftê bilind bibe yan nebe, her divê helbijardeya yekem û dawiyê çaksazî be û tenê mûçe da jî neyê kirin. Divê hemû sektorên din de jî çaksazî bê kirin. Herwaha giring jî dizane ku çaksazî di warên perwerdê de pêkbê.
Dawiyê de jî neveşart ku li gel wan pir ne giringe ku kî desthilat be, ya giring çawa desthilatî tê kirinê ye. derbarê çaksaziyê de jî teqez kir: ‘’Herkes û aliyekî ku vê bike divê piştevanî lê bê kirin û em destxweşiyê lê bikin.’’
Le kotayîşda neyşardotewe ke ewan be layenewe gring nîye kê hukmirranî dekat, bellkû belayanewe gringe çon hukmirranî dekrêt. Lebarey çaksazîşewe dûpatî kirdotewe, ”her kes û layenêk bîkat, debî piştgîrî û destxoşî lê bkeyn“.
Basnews