• Tuesday, 02 July 2024
logo

Koçberên ereb yên li devera Soran naxwazin vegerin ser cih û warê xwe

Gulan Media January 9, 2021 Nûçe
Koçberên ereb yên li devera Soran naxwazin vegerin ser cih û warê xwe
Berpirsê koç û koçberan li bajarê Soran yê Herêma Kurdistanê dibêje, koçberên ereb yên Iraqî yên li Soran naxwazin vegerin ser cih û warê xwe.

Berpirsê koç û koçberan li Soran, Ebas Emîr ji BasNewsê re got, bi qasî amarên ku di destê me de hene, li bajarên Soran, Mêrgesor, Çoman û Riwandiz yên dever Soran zêdetirî 250 hezar malbatên koçber hene ku parêzgehên başûr û navîn yên Iraqê koçberî vir bûne.

Ebas Emîr her wiha got, koçberên han dibêjin Kurdistan aram û em naxwazin vegerin ser cih û warê xwe. Ji xwe hikûmeta Iraqê zêde alîkariya wan nekiriye.

Wî berpirsî anî ziman, helbet sebeba serekî ya ku koçberên Iraqî naxwazin vegerin ser cih û warê xwe, aramî û asayiş e. Ew li vir asûde ne û can û malên wan parastî ye. Ti ferq û cudahiyek di navbera wan û xelkê herêmê de nîne. Hinek ji wan fêrî kurdî dibin û beşek ji wan jî mijûlî kar in.

Basnews
Top