• Tuesday, 02 July 2024
logo

Tomarkirina navên aliyên siyasî ji bo beşdariya hilbijartinên Iraqê dest pê kir

Gulan Media January 9, 2021 Nûçe
Tomarkirina navên aliyên siyasî ji bo beşdariya hilbijartinên Iraqê dest pê kir
Komîsyona Bilind a Hilbijartinên a Iraqê ji bo hilbijartinan dest bi tomarkirina navên qeware û aliyên siyasî dike û ev prose dê hefyetek bidome.

Berpirsê Ofîsa Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê yê li Hewlêrê Ebdurezaq Muşîr ji Kurdistan24ê re ragihand: “Îro dest bi tomarkirina navên qeware û aliyên siyasî tê kirin ji bo hilbijartinên bê yên Iraqê, ev prose dê heta 16ê Çileya 2021ê berdewam bibe. Hevpeymaniyên aliyên siyasî eger di vê demê de neyê ragihandin, piştre dê neyên qebûlkirin.”

Ebdurezaq Muşîr diyar kir: “Xwetomarkirina lîste û qewareyan li ofîsa sereke ya komîsyonê ya li Bexdayê ye, lê piştre ji bo xwetomarkirina namzetan dê li ofîsan bibe.”

Muşîr eşkere kir: “Namzet dikarin tenê li cihekî navê xwe tomar bikin, eger li çend cihan navê xwe tomar bikin, ew namzet têne dûrxistin.”

Biryar e meha Hezîranê ya îsal hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê were encamdan, ji îro ve qeware û hevpeymaniyên siyasî dikarin li Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, xwe tomar bikin, piştre jî dê proseya tomarkirina navên namzetan dest pê bike.

K24
Top