Akşener: Zehmet e HDP bê girtin
![Akşener: Zehmet e HDP bê girtin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/557134Image1.jpg )
Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener di hevpeyvîneke taybet de li gel beşa Tirkî ya BBC behsa mijara girtina HDPê û dawîn pêşhatên siyasî yên li Tirkiyê kir.
Piştî Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî berî niha daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir, heta niha jî hikûmeta AK Partiyê bersiveke erênî nedaye wê daxwazê, lê heta niha jî ev mesele yek ji rojevên Tirkiyê ye.
Di hevpeyvîna taybet de Seroka IYI Partiyê Meral Akşener behsa vê mijarê jî kir û ragihand, Devlet Bahçeli xwestiye peyamekê bide, “lê gelo ew bixwe jî li pêy peyama xwe çû ye?”
Seroka IYI Partiyê tekez jî dike ku bi van hewldanên Bahçelî Akşener dibêje jî, bi van hewlên Bahçeli gelek zehmet e ku HDP bê girtin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp berî niha ragihandibû ku 2021 dê bibe sala reforman, lê Akşener ne di wê baweriyê de ye û dibêje, “Ez çaverêyî ti reformekî nakim.”
Herwiha Meral Akşener amej bi wê jî dike ku dawîn pêşhatên siyasî û helwesta hikûmetê nîşan de dide ku “bingehek ji bo hilbijartina pêşwext tê avakirin. Pêngavên tên avêtin ber bi hilbijartinekê ve ne…”
Rudaw