Falih Feyaz jî kete nava lîsteya cezayên Amerîkayê
![Falih Feyaz jî kete nava lîsteya cezayên Amerîkayê](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/falih.jpg )
Amerîka dibêje destê wî di kuştina Xwepîşanderan de heye.
Wezareta xezênedarî û gencîneya Amerîkayê, lîsteyeke nû ya wan kes û aliyên ku vê ji aliyê Amerîkayê ve werin cezakirin belavkiriye.
Di lîsteya han de navê Şêwirmendê berê yê ewlekariya nîştimaniya Îraqê û Serokê koma çekdarên heşda şebî Falih Feyaz jî heye.
Li gor daxuyaniya wezareta xezênedariya Amerîkayê, destê Feyaz di kuştina Xwepîşanderan di sala 2019an de heye û herwiha yek ji wan kesaye ku gelek caran mafên mirovan li Îraqê binpê kiriye.