• Tuesday, 02 July 2024
logo

Rewşa Zimanê Kurdî - ‘Qirkirina zimanî li ser Kurdan hat ferzkirin’

Gulan Media January 9, 2021 Nûçe
Rewşa Zimanê Kurdî - ‘Qirkirina zimanî li ser Kurdan hat ferzkirin’
Zimanzan Samî Tan behsa polîtîzekirina zimanê Kurdî dike û dibêje, “Ziman bi awayekî qurbaniyê netewesaziyê ye ji ber ku amûra sereke ya netewesaziyê ye” Rêveberê Tora Ziman û Çanda Kurdî Omer Fîdan jî derbarê helwesta dewleta Tirkiyê ya li hember Kurdî dibêje, “Qirkirina zimanî li ser Kurdan hat ferzkirin. Krîmînalîzekirin qada ziman teng dike. Divê tirs û xofa li ser ziman bê rakirin.”

Zimanzan Samî Tan û Rêveberê Tora Ziman û Çanda Kurdî Omer Fîdan beşdarî bultena 15.00 a Rûdaw TVyê bûn ku taybet bi Bakurê Kurdistanê û rewşa zimanê Kurdî nirxandin.

Samî Tan ku salên dûr û dirêj xebat û lêkolînan ji bo zimanê Kurdî birêve dibe, li ser rewşa niha ya Kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û astengiyên heyî, amaje bi wê dike ku helwesta li hember zimanê Kurdî girêdayî atmosfera siyasî ya Tirkiyê ye.

Tan dibêje, “Polîtîkayeke bişaftinê li ser Kurdî heye û hem jî Kurdî bê fonksiyon hatiye hiştin û ev jî bûye sedem ku malbat xwe ji Kurdî dûr bixin. Eger îradeya siyasî ya Kurd bi awayekî xurt bi kiryar û gotin tevbigerin girseya gel jî dê xwe nîşan bide.”

Derbarê avabûna hişmendiya ziman li gel zarokan jî Tan dibêje, “Di malê de mirov dikare vê yekê bike û zarokan bi vê hişmendiyê perwerde bike û bihêle ku zarok bi nasnameya xwe ya netewî û çandî serbilind be.”

Rêveberê Tora Ziman û Çanda Kurdî Omer Fîdan derbarê raporta ku wan pêşkêşî Yekîtiya Ewropayê kiribû li ser zimanê Kurdî, amaje bi hebûna hejmareke zêde ya pirsgirêkan dike û dibêje, “Her çiqas bi salan xebat hatibin kirîn jî heta niha karên avakirineke bîreke kolektîf pêk nehatiye. Raporta me di encama xebatên dirêj de hat amadekirin.”

Omer Fîdan nebûna statuyeke fermî weke pirsgirêk û kêmasiya sereke ya zimanê Kurdî binav dike û dibêje, “Ev bingeha hemû pirsgirêkan e. Ev dibe sedema pirsgirêkên krîmînalîzekirinê.”

Derbarê dersa bijarde ya Kurdî de jî Fîdan dibêje, li gel kêmasiya wê baldariyeke mezin çê bûbû û dibêje, pêwîst e divê perwerdehiya bi Kurdî hebe ji pola yekem heta zanîngehê û “armanca me jî ev e.”

Samî Tan li ser siyasîkirina zimanê Kurdî jî dibêje, “Ziman bi awayekî qurbaniyê netewesaziyê ye ji ber ku amûra sereke ya netewesaziyê ye. Rikaberiya di navbera Kurd û Tirkan de ziman dibe qurbanî. Di dema avakirina Komara Tirkiyê de rewşa zimanê Kurdî û Tirkî weke hev bû, lê Kurdî hat tepesrkirin û Tirkî hat bilindkirin.”

Li ser girîngiya ziman jî Tan tekez dike, “Kurdê polîtîzebûyî heta radeyekê li zimanê Kurdî xwedî derdidkevin, lewma ziman polîtîze bûye. Ji ber ku rê li ber ziman hatiye girtin ku bi awayekî sirûştî pêş bikeve. ”

Omer Fîdan jî li ser girîngiya ziman dibêje, “Qirkirina zimanî li ser Kurdan hat ferzkirin. Ji ber ku Kurd niha jî di tirsa jiyanê de ne weke baş xwedî li vê mijarê dernakevin. Tişta tê kirin zimankujî ye û tawan e. Krîmînalîzekirin qada ziman teng dike. Divê tirs û xofa li ser ziman bê rakirin.”

Rudaw
Top