• Tuesday, 02 July 2024
logo

Amerîkayê alîkariyên serbazî da Pêşmerge

Gulan Media January 8, 2021 Nûçe
Amerîkayê alîkariyên serbazî da Pêşmerge
Amerîkayê di çarçoveya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, karwaneke din a alîkariyên serbazî radestî Hêzên Pêşmerge kir.

Ew otomobîlên serbazî ji Hummer, ambulans, gullenebiran û barhilgiran pêk tên. Beşa alîkariya bo Pêşmerge hatiye kirin bi giştî 12 milyon û 500 hezar dolar e.

Fermandarê Navenda Hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê dibêje, “Ji bo rûbirûbûna DAIŞê em van pêşkêşî Pêşmerge dikin, ji bo herdu corên operasyonên êrişkirin û berevanîkirinê. Herwiha em dê berdewam bin li ser hevkariya pizîşkî ji bo Pêşmerge.”

Ew fermandar aşkere jî dike, “Ji bo sala 2021an armanca me ew e ku alîkariyan zêdetir bikin ku 12 pakêcn din ên hevkariyê dê hebin bo Pêşmerge.”

Ew wesayîtên serbazî bi amadebûna berpirsên Wezareta Pêşmerge hatin dabeşkirin. Di meha Kanûna sala 2020an de 40 otomobîlên serbazî ji aliyê hêzên Hevpeymanan ve pêşkêşî Pêşmerge hatibûn kirin.

Rudaw
Top