• Tuesday, 02 July 2024
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Weqfa Sunnî kir

Gulan Media January 8, 2021 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Weqfa Sunnî kir
roja pênçşemê 07.01.2021 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr Seîd Hemîd Kimbiş Serokê Dîwana Weqfa Sunnî ya Iraqê û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de Serokê Dîwana Weqfa Sunnî spasî Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ku li rojên teng da dergehên xwe ji bo sedan hezar koçberên Iraqê vekirin û her wiha pêzanînên xwe ji bo wê geşbûn û pêşketin û xizmetguzariyan hebû ku ji bilî hebûna gefeke zêde ya li ser Herêma Kurdistanê hatiye encamdan.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî wergirtina koçber û lêqewimiyan bi erkeke niştimanî û mirovî wesifkir û tekez li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê herdem dûrî her cûre nêrînên regezperestî bûye û kar ji bo kûrkirina çanda pêkvejiyana di navbera pêkhatan de kiriye.

Basnews
Top