Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Weqfa Sunnî kir
![Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Weqfa Sunnî kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/fbeccf5a3ad115410c879d7b6e28da86_L.jpg )
Li hevdîtinê de Serokê Dîwana Weqfa Sunnî spasî Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ku li rojên teng da dergehên xwe ji bo sedan hezar koçberên Iraqê vekirin û her wiha pêzanînên xwe ji bo wê geşbûn û pêşketin û xizmetguzariyan hebû ku ji bilî hebûna gefeke zêde ya li ser Herêma Kurdistanê hatiye encamdan.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî wergirtina koçber û lêqewimiyan bi erkeke niştimanî û mirovî wesifkir û tekez li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê herdem dûrî her cûre nêrînên regezperestî bûye û kar ji bo kûrkirina çanda pêkvejiyana di navbera pêkhatan de kiriye.
Basnews