• Tuesday, 02 July 2024
logo

Wekîlê Mîrê Êzdiyan: Bexda giringiyê bi penaberên Şingalê nade

Gulan Media January 8, 2021 Nûçe
Wekîlê Mîrê Êzdiyan: Bexda giringiyê bi penaberên Şingalê nade
Wekîlê Mîrê Êzdiyan Mîr Cewher Elî Beg, diyarkir ku hikûmeta Iraqê giringiyê bi dosyeya awareyên Şingalê nade, xelkê Êzdî di nava kempanda bîzarbûne û neşên vegerine ser mal û mulkên xwe.

Wekîlê Mîrê Êzdiyan bo karubarên peywendiyan Mîr Cehwer Elî Beg, ji BasNewsê ragehand, hikumeta Iraqê xemsariyê di dosyeya zivirîna awarên Şingalê de dike, bi kiryar piştevaniya zivirîna awarên Şingalê nake, ev şeş sal in xelkê Şingalê mal û mulkê xwe bi cî hiştine heta niha jî neşên biçin ser cihên xwe.

Mîr Cehwer Elî Beg herwisa ragehand, hikûmeta Iraqê nikariye tenahiyê li Şingalê dabîn bike û ev bûye eger xelk bêzar bibe û dibe ew xelk vegerine ser cihên xwe û delîvên karkirinê bo xelkê bihêne dabînkirin.

Herwiha Mîr Cewher Elî Beg, ragehand jî di van rojan da çend bûyerên xwekuştinê çêbûne, hemû jî genc bûne, heger kar hebe û rewşa xelkê baş be, bêguman xwekuştin dê nebît yan dê zor kêm be, lewra ew dixwazin aramî û ewlehî li Şingalê durist bibe û delîvên karkirinê ji bo gencan hebin.

Di berdewamiyê jî de Mîr Cewher Elî Beg, dibêje, ew hêvîdarîn rêkeftina navbera Herêma k-Kurdistanê û Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê were bi cîkirin. Lewre bê umêdiyeka mezin li nava xelkê çê bûye taybetî jî gencan ku ev e şeş sal in dibînin yê li zivistanê da li ber sermayê û li havînî jî li ber germê jiyana xwe diborînin û nikarin vegerin Şingalê.

Basnews
Top