Ew kesên ser kongreyê de girtine ji kar tên avêtin
![Ew kesên ser kongreyê de girtine ji kar tên avêtin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/866778989890908.jpg )
Karmendekî kompaniya Navîstar bi cilên kompaniyê bi zordarî diçe kongeryê ve û wêneyê wî belav dibe. Lewma ev karmend ji kar tê derxistin.
Parêzerê ji Texasê Paul Davis jî beşadarî xwepêşandanan dibe û videoyeke wî belav dibin. Lewma êdî nikarê karê xwe yê li Kompaniya Sîgortayê Goosehead bidomîne.
Davis di videoyê de dibêje, "Em hewl didin têkevin Capitolê da ku ev rewş raweste." Herwiha li ser çîroka xwe ya Facebookê jî dibêje, "Ez hemî dem bi aşitiyane xwepêşandanan dikim. Min got ez hewl didim têkevim Capitolê. Wate ev e: 'Ez ê protesto bikim ne bi rengekî tund'."
Roja Pêncşemê di hejmara Twitterê ya kompaniyê de hat daxûyandin ku, "Êdî şêwirmendê giştî Paul Davis şi Gooseheadê nayê xebitandin."
Bi vî rengî gelek karmend bi sedema serhildana tund ji karê xwe bûne.