• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Brezîlyayê di 24 demjimêrên borî de 1242 pêketiyên vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan

Gulan Media January 7, 2021 Nûçe
Li Brezîlyayê di 24 demjimêrên borî de 1242 pêketiyên vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan
Li welatên Amerîka ya Latîn bûyerên pêketina bi vîrusa koronayê her diçe zêde dibin û ji ber wê vîrusê li Brezîlyayê di 24 demjimêrên borî de 1242 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li Brezîlyayê di 24 demjimêrên borî de 63 hezar û 430 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li wî welatî geheşte 7 milyon û 873 hezar û 830 kesan.

Herwaha hat ragehandin di 24 demjimêrên borî de 1242 kesên pêketiyê vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara kesên ji ber wê vîrusa kujer jiyana xwe ji dest dane li Brezîlyayê geheştiye 198 hezar û 974 kesan.

K24
Top