• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Gulan Media January 7, 2021 Nûçe
Li rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 50 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û diyar kir 2 kesan li Hesekê bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, ragihand, 50 haletên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin. Ji wan, 4 kes li Hesekê, 6 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 1 kes li Rimêlanê, 3 kes li Kobanê, 20 kes li Tebqayê, 2 kes li Reqayê, 6 kes li Minbicê û 2 kes li Dêrezorê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de tenê kesek ji wê nexweşiyê baş bûye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8203 kesan, ji wan 1158 kes baş bûne û 282 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Basnews

Top