Amerîka- Trump banga vegera malê li alîgirên xwe kir
Donald Trump di axaftina xwe de careke din îdia kir ku di hilbijartinên 3yê Mijdarê de sextekarî çêbûne.
Trump got: ‘’Em dizanin ku hûn xemgîn bûne, em bi hilbijartineke ji me hat dizîn re rûbirû man. Ew hilbijartin bi ferqeke mezin hatibû qezenc kirin. Herkes vê yekê dizane, bi taybetî alîyê din. Lê divê hûn niha vegerin malê.’’
Herwiha Trump î dîyar kir ku ew dizane ku alîgirên wî çi hîs dikin, ew ji wan hez dike, lê divê ew bi awayekî aştîyane vegerin malê. Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden ji Trump xwestibû ku derkeve weşana zindî û bang li alîgirên xwe bike ku dorpêça li Kongresê bi dawî bikin.
Biden gotibû ku demokrasîya Amerîka di bin ‘’êrîşeke bêhampa’’ de maye.
Basnews