EFRÎN - Çekdaran du malbatên Kurd bi jin û zarokan ve girtin
![EFRÎN - Çekdaran du malbatên Kurd bi jin û zarokan ve girtin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/556726Image1.jpg )
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku çekdarên Hemzat, roja 3yê vê mehê, bi ser mala welatiyê Kurd Ronî Xelîl Dawûd de girtine li gundê Keferdelê Jêrîn û endamên malbatê girtine.
Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan çekdaran Ronî Xelîl ligel hevjîna wî û 2 zarokên wî girtine û ji bo baregeheke emnî li nav bajarê Efrînê birine.
Çekdarên heman grûpê berî niha avêtibûn ser mala welatiyê Kurd Ednan Mistefa Cimo, ku xelkê gundê Keferşîlê ye, û li taxa Mehmûdiyê niştecî ye.
Çekdaran Ednan Mistefa Cimo, 50 salî, hevjîna wî Fatîme Mehmûd, 50 salî, herdu zarokên wî Rizgar Ednan Cimo, 25 salî, û zaroka bi navê Elya Edanan Cimo, 13 salî, girtibûn û ji bo cihekî nediyar biribûn.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018 ve û piştî êrîşekê berfireh a ku nêzikî 2 mehan berdewan kir, di kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye ku Enqere piştevaniya wan dike.
Ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve, bi dehan haletên binpêkirina mafên mirovan li hember welatiyên resen ên herêmê ku Kurd in, hatine kirin û rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û cîhanî li ser wan binpêkirina raport belav kirine.
Rudaw