Encûmena Wezîran amadekirina budce, dahat û xerciyên wezaretan guftûgo dike
Li gor daxuyaniyeke Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civîna îro de, Encûmena Wezîran du pirsên sereke gengeşe dike ku reşnivîsa yekem a projebudceya Herêma Kurdistanê ya sala 2021an û plana wezaretan a ji bo kêmkirina xerciyan û zêdekirina dahatê ne.
Li gorî daxuyaniyê, sînordarkirina kortehênana darayî yên ji bo sala 2021'an û nirxandina asta cibicîkirina biryarên Encumena Wezîran a ji bo rêkxistina dahatê li ser asta wezaretan ên sala 2019 2020'an, wê bi temamî werin nîqaşkirin.