• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Amerîkayê di nava şev û rojekê de çi çêbû?

Gulan Media January 7, 2021 Nûçe
Li Amerîkayê di nava şev û rojekê de çi çêbû?
Amerîkayê rojeke aloz û xwînbar derbas kir, ew jî piştî ku Kongrêsa Amerîkayê di civînê de bû, ji bo pesendkirin an redkirina encamên hilbijartina serokatiya wî welatî. Trump heta niha rijd e li ser helwesta xwe û dibêje, ku ew di hilbijartina serokatiyê de biserketiye.

Aloziyên li derdora avahiya Kongresa Amerîkayê doh ji demjimêr 14:00 bi dema Amerîkayê û demjimêr 22:00 bi dema Herêma Kurdistanê dest pê kir. Bi hezaran Alîgirên Trump ku li pêş avahiya kongresê kom bûbûn, bi ser avahiyê de girtin û derbasî nav avahiyê bûn û ji ber wê yekê civîna hevbeş a kongresê bi awayekê demkî û bo çend demjimêran hat rawestandin.

Alîgirên Trump rijd bûn li ser wê yekê ku di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin û mafê Trump hatiye xwarin. Wan di dirûşmên xwe digot, ku nabe kongres serkeftina Joe Biden pesend bike.

Biserdegirtina avahiya kongresê piştî wê yekê tê, ku her doh Mike Pence, Cîgirê Serokê Amerîkayê di civîna kongresê de ragihand, li gor Destûrê desthilata wî ya redkirina encama hilbijartinan tune ye. Trump daxwaz kiribû, ku cîgirê wî “karê dirist” bike, weke nîşaneyek bo redkirina encama hilbijartinê.

Donald Trump piştî gotinên Pence ragihand: Mike Pence wêrekiya encamdana wê yekê nebû ku diviyabû ji bo parastina welatê me û destûra me bike. Trump got jî: Gelo ti kes bawer dike Joe Biden 80 milyon dengan bi dest bîne? Kes bawer dike? Wî dengê 80 milyon komputerî biriye, şermezarî ye. Ti caran tiştekî wisa çê nebûye.

Endamên Kongresê û rojnamevanan xwe veşartin

Di dema êrîşa alîgirên Donald Trump de bo ser Kapîtolê, endamên kongrêsê û rojnamevana xw veşartina û piştre di bin tedbîrên tund de bo avahiyeke din hatine veguhestin ku parastî bin

Di dema ku gotûbîj li ser encama dengdanê dihate kirin , alîgirên Trump êrîşî ser civînê kirin û kar wê ragirtin, encamên ku di civîna kongrêsê de beşdar bûn , xwe din bin maseyan de veşartin û mask bikar anîne bo veşartina rûyê xwe, herweha beşek ji medyakarên ku di civînê de amadebûn, ew jî asê mabûn lê piştî demeke dirêj bo ciheke aram hatin veguhestin.

Biden bang li Trump kir dorpêça li ser Kongresê bi dawî bîne

Piştî êrişa alîgirên Donald Trump bo ser avahiya kongresê, Serokê Amerîkayê yê Hilbijartî Joe Biden têkildarî aloziyan daxuyanî da û daxwaz ji Trump kir ku derkeve televîzyonê û ji alîgirên xwe bixwaze dorpêça ser kongresê bi dawî bîne.

Trump bo alîgirên xwe: Ji we hez dikim û herin malên xwe

Serokê Amerîkayê di jêr fişara berpirsên bilind ên Amerîkayê de neçar ma ku ji alîgirên xwe re biaxive û daxwaz ji wan kir, ku biçin malên xwe.

Trump bi rêya Twitterê peyamek bo alîgirên xwe belav kir û ragihand: Dizanim hûn xembar û dilşikestî ne, me hilbijartinek ku ji me hat dizîn, hilbijartinek şokhîner bû, hemû kes jî wê dizane bi taybet jî aliyê din, lê divê niha hûn biçin malên xwe. Pêwîst e me aştî hebe. Pêwîste me yasa û rêkar hebe, pêwîst e rêz li efserên cîbicîkirina yasayê bigrîn û em naxwazin zirar bigihe ti kesî.

Ev vîdyoya Trump piştî demeke kêm ji torên civakî û bi taybet ji Facebook, Twitter, Instagram û YouTube hat jêbirin.

Avahiya Kapîtolê ji xwepêşanderan hat valakirin

Piştî ku hêzên zêrevanên niştimanî û hêzên piştevaniyê ji hejmarek wilayetan ve gihîştin Waşington DC û avahiya Kapîtolê, alîgirên Trump ew avahî vala kirin, lê xwepêşandan li derveyî avahiyê her dom kir. Wezîrê Asayişa Navxwe ya Amerîkayê ragihand: Tundûtûjî bi te corên xwe ve nayê qebûlkirin û diyar kir, mafê ti kesî nîne ku êrişî ser saziyên federalî yên welat bike û pêwîst e ew kes bêne sizadan ku tundûtûjiyê dikin.

Piştî 4 demjimêran, Kongresa Amerîkayê careke din civîna xwe dest pê kir

Piştî çend saetan ji êrîşkirina alîgirên Trump bo ser avahiya Kapîtolê, careke din Civîna civata pîran bi serokatiya Mike Pence cîgirê Serokê Amerîka hate sazkirin, bo biryardan li ser encama dengdana Amerîka.

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence ku serokatiya civînê dikir dilgiraniya xwe bo can ji dest dana çend kesan di wan tundûtûjiyan de nîşan da û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwest, herweha spasya hêzên ewlekariyê kir ku karîne avahiya Kapîtolê careke din ji wan kesan vala bikin û biparêzin.

Pence da xuyakirin ku tundûtûjî ti caran serkeftî nabe û hertim azadî ser dikeve. Cîgirê Serokê Amerîkayê tekez kir, piştî wan bûyerên tundûtûjiyê û têkdana bê mînak li avahiya kapîtolê ew yek giringe ku nûnerên gelê Amerîka careke din kom bûne di hemn rojê de ku berevaniyê ji destûrê bikin

Serkirde û berpirsên Amerîkayê êrişa ser Kongresê şermezar kirin

Beşek ji berpirsên pilebilind ên Amerîkayê êrîşa alîgirên Trump bo ser kongrêsê protesto kirin.

George Bosh yek ji serokên berê yê Amerîkayê ku ser bi partiya Trump ve ye, êrişa alîgirên Trump bo ser avahiya Kapîtolê protesto kir û got: Her ji destpêka hilbijartinê ve reftara na berpirsane ya beşek ji serkirdeyên siyasî û ev bêrêziya ku li hember sazî û hêzên me yên ewlekariyê hate kirin ez şok kirime.

Herwiha Mike Pompeo Wezîrê Derve yê Amerîkayê, ew karê alîgirên Trump şermezar kiriye û dibêje, bikaranîna tundutûjiyê nayê qebûlkirin.

Cathy McMorris Rodgers, ew senatora ku biryar bû li dijî Biden deng bide ragihand, ew poşman bûye û divê desthilat bi aştiyane bê radestkirin. Rodgers diyar kir, min berdewam tekez li ser bikaranîna rêkarên destûrî kiriye ku bersiva pirsên li ser hilbijartina 2020ê peyda bikin, lê ya ku Îro hate dîtin nayê qebûlkirin.

Facebook, Instagram û Twitterê Trump bolk kirin

Twitterê bo dema 12 saetan û Facebook bo dema 24 saetan hesabên Trump ragirtin.

Herdu platformên Twitter û Facebook hesabên Donald Trump Serokê Amerîka girtin bi sedema ku yasayên torên civakî binpê kirine

Kompanya Twitterê da xuyakirin ku hejmara Donald Trump bo dema 12 saetan hatiye girtin û haydariyan daye ku dibe heta dawiyê ew hesab bi daliqandî bimîne

Ew kompanya behsa wê yekê dike ku ragirtinia hejmara Donald Trump ji ber pabendnebûna bi yasayên torên civakî ye, herwiha daye xuyakirin wan daxwaz kiriye ku 3 twitten hejmara Trump bêne reşkirin ku îro hatine belavkirin ji ber binpêkariyan û dibarebûna siyastea şefafiyeta sivîl yaw ê platform.

Ew wateya wê yekê ye ku piştî jêbirina wan 3 twittan hesab bo dema 12 saetan tê girtin, eger wan twittan reş neke dê hesab bi daliqandî bimîne.

Herweha haydarî daye Trump û dibêje ku encamdana binpêkariyan di demên pêş de wê bibe sedem ku hejmara Trump bo heta heta bi girtî bimîne

Rudaw
Top