Kongressa Amerîkî serkeftina Joe Biden pesend kir
Di hilbijartinên 3'ê Mijdara 2020'an ên serokomariya Amerîkayê de namzetê Demokratan Joe Biden 306 dengên Encûmena Hilbijartinê bi dest xist û Donald Trump jî 232 deng bi dest xist.
Bi pesendkirina vê encamê re, Joe Biden wê di 20'ê vê mehê bibe Serokê 46emîn ê Amerîkayê.
Serok Donald Trump piştî ragihandina serkeftina Joe Biden di daxuyaniya xwe de got, "Heta ku ez li dijî encama hilbijartinê bim jî, ezê roja 20'ê Çileyê desthilatê bi awayekî asayî radest bikim."
Trump got jî: “Min her dem digot ku şerê me berdewam dibe ji bo dengên yasayî bêne hejmartin. Di dîroka Amerîka de baştirîn 4 salên serokatiya Amerîka bi dawî hat. Lê ev tenê destpêka şerê me ye, ji bo ku Amerîka careke mezin bikin.”
K24