• Tuesday, 02 July 2024
logo

Umîd Xoşnaw: Eger YNK û Gorran deng nedin em jî deng nadin kandîdên wan

Gulan Media January 6, 2021 Nûçe
Umîd Xoşnaw: Eger YNK û Gorran deng nedin em jî deng nadin kandîdên wan
Serokê firaksyona PDKê li parlementoya Kurdistanê dibêje, dengdana îro ya parlementoyê li ser kandîdê hikûmetê bo wezîrtiya samanên sirûştî, rêkeftina wan û şirîkên wan temam dike.

Serokê firaksyona PDKê li parlementoya Kurdistanê, Umîd Xoşnaw ji BasNewsê re got, îro parlementoya Kurdistanê dicive û deng dide kandîdê hikûmetê bo wezîrtiya samanên sirûştî, dr. Kema Etroşî.

Umîd Xoşnaw her wiha got, dengdana îro rêkeftine me û şirîkên me, YNK û Gorranê temam dike. Kabîneya niha bi dengên me hemiyan pêk hatiye, niha jî divê hemû deng bidin kandîdê hikûmetê.

Umîd Xoşnaw da xuyakirin ku eger ew deng nedin kandîdê hikûmetê, PDK jî deng nade kandîdên wan.



Basnews
Top