Umîd Xoşnaw: Eger YNK û Gorran deng nedin em jî deng nadin kandîdên wan
![Umîd Xoşnaw: Eger YNK û Gorran deng nedin em jî deng nadin kandîdên wan](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/10c20b637d4f1caafae781a43264b5f6_L.jpg )
Serokê firaksyona PDKê li parlementoya Kurdistanê, Umîd Xoşnaw ji BasNewsê re got, îro parlementoya Kurdistanê dicive û deng dide kandîdê hikûmetê bo wezîrtiya samanên sirûştî, dr. Kema Etroşî.
Umîd Xoşnaw her wiha got, dengdana îro rêkeftine me û şirîkên me, YNK û Gorranê temam dike. Kabîneya niha bi dengên me hemiyan pêk hatiye, niha jî divê hemû deng bidin kandîdê hikûmetê.
Umîd Xoşnaw da xuyakirin ku eger ew deng nedin kandîdê hikûmetê, PDK jî deng nade kandîdên wan.
Basnews