• Tuesday, 02 July 2024
logo

Tirkiye: Berpirsên Tevgera Gulen ên Hewlêr û Bexdayê li Ukraynayê hatin girtin

Gulan Media January 6, 2021 Nûçe
Tirkiye: Berpirsên Tevgera Gulen ên Hewlêr û Bexdayê li Ukraynayê hatin girtin
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku berpirsyarê Cemaeta Fetullah Gulen yê Bexdayê Salîh Fîdan û berpirsyarê Hewlêrê Samet Gure ji Ukraynayê birine Tirkiyê.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, Hakimtiya Cezayê ya Sulhê ya 1emîn a Enqerê derbarê Salîh Fidan û Samet Gure de ji ber sûcê “Endamtiya Cemaeta Fetullah Gulen” biryara girtinê dabû ku ew li ser sînorê Ukrayna-Polonyayê hatin girtin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dibêje ku wan hewl dida ew dereqanûnî derbasî Ukraynayê bibin, lê piştî axaftina bi rayedarên Ukraynayê re Fidan û Gure hatin radestkirin û hêzên ewlehiyê wan biribe Tirkiyeyê.

Îfadeya wan li Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqerê berdewam e.

Li gor daxuyaniyê Salih Fîdan berpirsyarê Bexdayê yê Iraqê yê Cemaeta Fetullah Gulen bûye, li Zanîngeha Işikê ya Saziya Perwerdeya Fezayê wek mamoste xebitiye û piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê ligel hevjîna xwe Yeşim Fidan û ji Tirkiyeyê veqetiya ye, careke din jî neziviriye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dibêje Samet Gure jî berpirsyarê Hewlêrê yê Cemaeta Fetullah Gulen bûye û li Zanîngeha Işikê ya Saziya Perwerdeya Fezayê wek mamosteyê Fîzîkê xebitiye.

Rudaw
Top