Mehma Xelîl: PKKê li Şingalê tenê baregeh û cilên xwe guhertine
Mehma Xelîl ji ajansa Sputnîkê ya Rûsyayê re axiviye û aşkere kiriye ew hêvîdar bûn ku rêkeftina Şingalê ya dîrokî di navbera Hewlêr û Bexdayê weke xwe were cîbicîkirin. Lêbelê bi tenê çend rûyên wê rêkeftinê hatine cîbicîkirin û PKK ji nava bajarê Şingalê derneketiye û bi tenê cilûbergên xwe û baregehên xwe guhertine û ligor rêkeftinê diviyabû hemû hêzên biyanî ji Şingalê bihata derxistin.
Herwiha Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl amaje bi wê yeke jî kiriye ku hebûna PKKê li nava Iraqê û Herêma Kurdistanê, ne meşrû ye û li dijî destûrê ye.
Ji ber wêranbûna Şingalê ji ber şerê DAIŞê û hebûna PKKê û Heşda Şeibî li Şingalê heta niha ji %18 penaberên êzdî vegeriyane Şingalê û ji %80 penaberan jî li kampên penaberan in.
K24