• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Dêrazor û Şedadê 5 DIŞI`î ji aliyê QSD`ê ve hatin girtin

Gulan Media January 6, 2021 Nûçe
Li Dêrazor û Şedadê 5  DIŞI`î ji aliyê QSD`ê ve hatin girtin
endamên şaneyeke razayî bûne.
Yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk li herêmên Dêrazor û Şedadê 5 çeteyên şaneyên veşartî yên DIŞI`ê girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên wan bi hevkariya hêzên Kaolîsyona Navneteweyî di 2 û 4`ê Çileyê de li dijî şaneyên DIŞI`ê, 2 operasyon li dar xistin.

QSD`ê destnîşan kir ku operasyon li herêmên Dêrazor û Şedadê hatine lidarxistin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gundewarên başûrê Şedadê di 2`yê Çileyê de, hêzên me 2 çete girtin û alavên pê re desteser kirin. Her wiha li Dêrazorê 3 çeteyên DIŞI`ê hatin girtin.”

Ji anhayê hatiye wergirtin.
Top