• Tuesday, 02 July 2024
logo

Parlementerên kurd yên neyarên Kurdistanê bi Heşda Şeibî re firaksyonek hevbeş pêk tînin!

Gulan Media January 5, 2021 Nûçe
Parlementerên kurd yên neyarên Kurdistanê bi Heşda Şeibî re firaksyonek hevbeş pêk tînin!
Parlementerên kurd yên neyarên Kurdistanê bi şîeyan re (Heşda Şeibî) firaksyonekê pêk tînin. Çavdêrekî siyasî jî dibêje, ew tenê hizra berîka xwe dikin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, ev demek parlementerên kurd yên neyarên Kurdistanê li Bexdayê dixwazin bi parlementerên şîe yên dijminên Kurdistanê re firaksyonekê pêk bînin û dijberiya Kurdistanê bikin.

Li ser vê mijarê, çavdêrê siyasî dr. Medhet Silêman ji BasNewsê re got, ew kurdên han kurdên Iraqçî ne û bo dijminan dibin “Ala û Sirwe” û bo şîeyan jî dibin “Teha Mihêdîn Meirûf”. Ew dizanin eger vegerin Kurdistanê kes hurmeta wan nagire û cardin nikarin bibin endamên parlementoyê, loma mîna Ala Talebanî û Sirwe Ebdulwahîd, tenê bo ku cardin bibin endamên parlementoyê, bi şîeyên neyarên Kurdistanê re tifaqê dikin. Ew tenê di xema xwe de ne.

Dr. Medhet Silêman her wiha got, ew parlementerên kurd heman siyasetê dimeşînin ku şîe li dijî Kurdistanê dikin. Şîe dixwazin di danûstandinan de vê yekê li dijî Kurdistanê bikar bînin û bêjin me mafên xelkê Kurdistanê daye! Her wek çawa Sedam Husên bi Teha Mihêdîn Meirûf û Yasîn Remezan û yên mîna wan re tifaq kir û zilm li gelê Kurdistanê kir.

Basnews
Top