ENKSê mercên beşdarbûna hilbijartinan eşkere kirin
![ENKSê mercên beşdarbûna hilbijartinan eşkere kirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/556330Image1.jpg )
Serokê Nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Ebdulkerîm Mîranî beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî mercên hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê û Diyaloga Kurdî-Kurdî de axivî.
Ebdulkerîm Mîranî diyar kir ku ew bi ti şêweyekî ne li dijî hilbijartina ne bi mercê ku li ser zemîneyeke aram û di wexteke guncav de be û got: “Niha du aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê, ENKS û PYNK di nav danûstandinan de ne hêj negihîştine encamekî. Em bi hêvî ne ku bigihêjin encamekê.”
Mîranî amaje bi wê yekê kir ku niha rewşa Rojavayê Kurdistanê ji bo hilbijartinan ne guncaw e û got: “Nîvê Rojavayê Kurdistanê niha di bin dagirkeriyê de ye û ji bilî vê xelk koçber bûne, ev hilbijartin dê bi çi şêweyekî bên lidarxistin. Eger hilbijartinek bê kirin divê di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî û welatên Ewropayê de be.”
Mîranî herwiha destnîşan kir ku bêyî tifaqa di navbeyna ENKS û PYNKê de ew beşdarî hilbijartinan nabin û ew yek ji mercê beşdarkirina wan e di hilbijartinan de.”
Mîranî tekez kir, ku ew ji dema hilbijartinê û ji wê yekê ku hilbjartin li deverên ku Ereb lê dijîn bên kirin nerazî ne û got, ew naxwazin dijberekî din jî ji xwe re peyda bikin.
Herwiha Miranî got, wek ENKS eger danûstendin serkeftî bin û bigihêjin qonaxeke baş çi pêngav bavêjin ew dê serkeftî bin.
Ebdulkerîm Mîranî got jî: “Ev dema ku Rojava tê re derbas dibe, eger hilbijatin bên kirin, dê ev hilbijartin ne serkeftî bin.”
Rudaw