• Tuesday, 02 July 2024
logo

Dadgehê derbarê darizandina Demirtaş de biryareke nû da

Gulan Media January 5, 2021 Nûçe
Dadgehê derbarê darizandina Demirtaş de biryareke nû da
Proseya dadgehîkirina Selahattin Demirtaş, hevserokê pêştir ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji ber dosyeya wî ya di derbarê sivikatîkirina bi Recep Tayyip Erdogan Serokomarê Tirkiyê û Ahmet Davutoglu serokwezîrê pêştir ê Tirkiyê ku niha Serokê Partiya Pêşerojê ye, ji bo meha Adara îsal hat paşxistin.

Heştemîn civîna dadgehê ya derbarê vê dosyayê de, roja Duşemê 4ê Çileya 2021an li heftemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkuy li bajarê Stenbolê hat lidarxistin û parêzerên Erdogan û Demirtaş di rûniştina dadgehê de amade bûn.

Parêzerê Erdogan amaje bi wê yekê kir, yekxistina vê dosyayê li gel dosyayên din ên tawanê de ku derbarê Demirtaş de hatine amadekirin, ne guncaw e û daxwaz kir, ew daxwaz ji aliyê dadgehê ve bê redkirin.

Parêzerên Demirtaş jî di civîna dadgehê de tekezî li ser yekxistina vê dosyayê li gel dosyayên din kirin û daxwaz kirin, li gor madeyên 43 û 44 ên yasaya cezayên Tirkiyê, dosyaya derbarê Demirtaş de ji nû ve bê rêkxistin.

Piştî rawêjê, Desteya Dadweriyê daxwaza parêzerên Demirtaş a derbarê yekxistina dosyayan de red kir, herwiha biryar da civîna bê ya dadgehê ya bi beşdariya Selahattin Demirtaş ku bi rêya sîstema deng û reng tê lidarxistin, heta 2ê Adara 2021an bê paşxistin.

Demirtaş di çarçoveya lêkolînên terorê de, di 4ê Mijdara 2016 de hatibû girtin û ew zêdetirî 4 salan e li bajarê Edirneyê di girtîgehê de ye.

Roja 22ê Kanûna 2020an, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryareke nû derbarê dosyaya Demirtaş de da û daxwaz ji Tirkiyê kir, demildest Demirtaş azad bike.

Rudaw
Top