Pompeo: Di îdareya Joe Biden de gefên Îranê dê zêdetir bibin
![Pompeo: Di îdareya Joe Biden de gefên Îranê dê zêdetir bibin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1609825658pompeo.jpg )
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir; ligel hatina Joe Biden û sozên ji bo vegera rêkeftina atomî, careke din Îranê dest bi gefan kiriye û ligel hatina Jo Biden bo Koşka Spî, Îran dê gefên xwe yên li herêmê û cîhanê zêdetir bike.
Mike Pompeo destnîşan kir; Amerîka amade ye ji bo rûbirûbûna her liv û tevgereke Îranê û Serokê Amerîkayê jî bi eşkere li rûyê Îraniyan gotiye.
Ev gotinên Wezîrê Derve yê Îranê di demekê de ye ku Îran pêtandina uranyumê bi rêjeya ji sedî 20 zêde kiriye û duh jî li gewriya Hurmuzê dest danî ser keştiyeke bazirganî ya Koreya Başûr û Amerîka jî daxwaza berdana keştiya Koreya Başûr dike.
K24