• Tuesday, 02 July 2024
logo

Wezîrê Pêşmerge: Nebûna Pêşmerge bû sedema erebkirina navçeyên Kurdistanî

Gulan Media January 5, 2021 Nûçe
Wezîrê Pêşmerge: Nebûna Pêşmerge bû sedema erebkirina navçeyên Kurdistanî
Wezîrê Pêşmerge dibêje, nebûna Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî, bûye sedem ku proseya erebkirina wan navçeyên bê kirin.

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Ismaîl di konferansek rojnamevanî de ligel Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad de diyar kir, heta dema ku Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bû, karî DAIŞê bişikîne û wan navçeyan biparêze.

Herwiha got: Dema hêzên Pêşmerge li wan navçeyên Kurdistanî nema, DAIŞ careke din li wan navçeyan derket û karê xwe bi awayekî berfireh dike.

Her wiha got: "Eger li wan navçeyan Pêşmerge hebûya, ne DAIŞ û ne jî pirsgirêkên siyasî û civakî yên heyî diman. Herwiha erebkirina wan navçeyan jî niha berfireh nedibûya.

Demek e erebên hawirde bi piştevaniya Parêzgarê Kerkûkê yê sepandî Rakan Cibûrî hewl didin zeviyên kurdan li nahiya Sergeranê ya kerkûkê û bi taybet gundê Pelkanê dagîr bikin. Li hemberê jî kurdên Pelkanê wê yekê red dikin û berevaniyê di ber gundê xwe de dikin.

K24
Top