• Tuesday, 02 July 2024
logo

Bexda- Hêzên hevpaymaniyê hatine armackirin

Gulan Media January 5, 2021 Nûçe
Bexda- Hêzên hevpaymaniyê hatine armackirin
Êvara îro roja dûşemê karwanekî hêzên havpeymaniya navdewletî ya şerê dijî DAIŞê li ser rêya Semera li Bakurê Bexdayê hatiye armanckirin.

Berpirsekî emnî yê Iraqê belav kiriye karwanekî lojîstîk ê hêzên hevpeymaniya navdewletî hatiye armanckirin û mayînek bi karwanê hêzên hevpeymaniyê de hatiye teqandin.

Herwiha ligor zanyariyên destpêkê di encama wê êrîşê de ziyana canî çênebûye û otomobîleke hevpeymaniya navdewletî zirar dîtiye.

Cihê behsê ye beriya bi hefteyekê jî li Semerayê karwanên hevpeymaniya navdewletî 3 caran hatibûn armanckirin. Milîsên şîe yên Iraqê rojane hezên hevpeymaniya navdewletî û navendên konsolxaneyên muşekbaran dikin.

Basnews
Top