• Tuesday, 02 July 2024
logo

Erebistana Siûdî û Qeterê li ser vekirina sînoran li hev kirin

Gulan Media January 5, 2021 Nûçe
Erebistana Siûdî û Qeterê li ser vekirina sînoran li hev kirin
Wezîrê Derve yê Kuwêytê, Ehmed Subah ragihand, Qeter û Siûdiyê li hev kirine ku sînorên esmanî, deryayî û bejayî yên navbera xwe vekin.

Ehmed Subah di peyameke vîdyoyî de ragihandiye, Şêx Newaf Subah Mîrê Kuwêytê di rêya peywendiya telefonî re bi cuda li gel Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed û Şazadeyê Cînişîn ê Siûdiyê Şahzade Mihemed bin Selman axiviye, ji bo amadekirina daxuyaniya Lûtkeya Kendavê ku îro tê lidarxistin.

Wezîrê Derve yê Kuwêytê diyar kiriye, her du alî Qeter û Siûdiye rêkeftine ku dest bi gotûbêjên bingehîn bikin ji bo çareserkirina hemû nakokiyên xwe.

Îro Sêşemê lûtkeya 41mîn a Encûmena Alîkariya Kendavê li Siûdiyê tê lidarxistin û Şêx Temîm bin Hemed Mîrê Qeterê jî bo civînê hatiye vexwendin.

Herweha Şahzadeyê Siûdiyê Mihemed bin Selman ragihandiye, welatê wî dixwaze berjewendiya welatên endamên wê encûmen bixe pêş her tiştekî din.

Zêdetirî sê salan e ku Erebistana Siûdiyê, Qeter dorpêç kiriye û sînorên xwe yên bejayî, esmanî û deryayî li ser wî welatî girtiye.

Rudaw
Top