• Tuesday, 02 July 2024
logo

SANA: Di 2020an de li Efrînê 58 sivîl hatin kuştin

Gulan Media January 5, 2021 Nûçe
SANA: Di 2020an de li Efrînê 58 sivîl hatin kuştin
978 welatiyên Kurd hatine revandin.
Ajansa fermî ya girêdayî hikûmeta Sûriyê SANAyê li ser binpêkirinên komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê raporek belav kir.

Li gorî SANAyê di heyama sala 2020an de artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, 58 welatiyên sivîl li Efrînê kuştine û 987 kesên ku di nava wan de 92 jin jî hene revandine.

Herwiha di raporê de hatiye diyarkirin ku çekdaran zêdetir ji 50 cihên dîrokî têk dane û perçeyên şûnwarî dizîne û li bazarên Tirkiyê firotine ku çekdaran zêdetirî 72 hezar darên zeytûnê hil kirine û birîne.

SANAyê daye xuyakirin, bi armanca guhertina demografiya Efrînê, komên çekdaran bi darê zorê dest danîne ser 250 malên kurdan û xwediyên wan jê derxistine û li şûna wan malbatên çekdaran bi cih kirine.

Di berdewamê de hatiye gotin, di heyama sala borî de 39 teqînên cuda çi bi riya otomobîl û motorsîkletên bombekirî yan jî bi riya bombeyên vedayî li Efrînê rû dane û di encama wan de zêdetirî 170 kes hatine kuştin û birîndarkirin ku di nava wan de jin û zarok hene.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin.
Top