Li Amedê erdhej çêbû
Li gor zanyariyên ku ji aliyê Peymangeha Lêkolînên Erdhejan (Kandîllî) ve hatine belavkirin, erdhej piştî nîveşeva derbasbûyî û di demjimêr 0:41 de li bajarokê Pasûra Amedê çêbûye.
Navenda erdhejê, Taxa Îslamkoy a Pasûrê bûye û bi kûrahiya 5 kîlometreyan di bin erdê de bûye.
Li gor zanyariyan, erdhej nebûye sedema ti ziraran.
Her doh êvarê 3ê Çileya 2021ê li bajarokê Sivricê ser bi parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê jî demjimêr 17.17 deqe erdhejek bi hêza 4.2 çêbû.
Rudaw