• Tuesday, 02 July 2024
logo

Ronî Elî: Berî sed salan Eyn Îsa qada şekestina kurdan bû

Gulan Media January 4, 2021 Nûçe
Ronî Elî: Berî sed salan Eyn Îsa qada şekestina kurdan bû
Pispor û şirovekarê siyasî Ronî Elî dibêje, "Dema Girêspî, Efrîn diçe û îro jî heger Eyn îsa biçe ev tê wê wateyê ku hêzên navdewletî dixwazin projeya kurdan ya federalîzmê hilweşînin."

Ronî Elî îro beşdarî bûltena nûçeyên Kurdistan24ê bû û bersiva pirsên Cemal Batun da.

Di axaftina xwe de balê dikêşe ser giringiya Eyn Îsa û dibêje, "Berê navê wê derê Bozan bû. Berî sedsalan ev der qada şkestîna kurdan bû. Lê ez dibêjim îro Eyn Îsa wekî erdnîgarî gelek giring û stratejîk e. Li ser riya M4ê ye. Em wekî kurd doza Sûriyeke federal dikin. Sûriyeyeka namerkezî be û federaliyeke cografî be. Dê kurd wekî netew qezenc û heqên xwe biparêz in."

Ronî Elî axaftina xwe wiha didomîne:

"Lê ez dibêjim dema Girêspî, Efrîn diçe û îro jî Eyn îsa biçe ev tê wê wateyê ku hêzên navdewletî dixwazin projeya kurdan ya federalîzmê hilweşînin. Bi rastî ev cihê metirsiyê ye. Hêvî ew bû ku aniha dewletên di Sûriye de dikarin rê li ber vê xwîn, wêran, talan û bombebaranên rojane bigrin.

Ew dewletên zilhêz heger bixwazin projeyekê li ser erdê pêk bînin, min bawere wê bikarin pêk bînin. Demeke zêde naxwaze. Krîza Suriyeyê 10 salan kêşa. Min bawere dewletên zilhêz dixwazin Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe pêk bînin wekî qada nakokiyan bikar tînin."

K24
Top