Di navbera HSD û hêzên Tirk de şerekî dijwar qewmî
![Di navbera HSD û hêzên Tirk de şerekî dijwar qewmî](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/hez.jpg )
Hat ragihandin ku li gundewarên bajarê Minbic ê Sûriyê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye, di navbera şervanên HSDê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de şerekî dijwar qewmî.
Li gorî zanyariyan hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve, navçeya Til Rifat, gundên Neyrebiye û Simoqe û 3 gundên Minbicê topbaran kirin.
Hat diyarkirin ku piştî topbaranê li Minbicê şer di navbera komên çekdar û hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê yên bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve derket.
Hat ragihandin ku çekdarên Tirkiyê pêgehên Encûmena Leşkerî ya Minbicê li gundên Um Cellûd û Um Edese bombebaran kirin.
Derbarê encama topbaran û şer û pevçûnên herdu aliyande, hê ti agahiyên piştrastkirî nehatine.
Ji peyamakurd hatiye wergirtin.