• Tuesday, 02 July 2024
logo

Dr. Hitûtî: Îran li Iraqê li hember projeyên Amerîkayê serkeft!

Gulan Media January 4, 2021 Nûçe
Dr. Hitûtî: Îran li Iraqê li hember projeyên Amerîkayê serkeft!
Dr. Newzad Hitûtî derheqê milmilaneya Îran û Amerîka ya li Iraqê de dibêje, "Heya bi radeyekê ev stratejiya Îranê serkeftî bû."

Derbarê projeyên Amerîka de dibêhe," Iraq ji 2003yê heya niha bûye meydaneke serekî bo milmilana Amerîka û Îranê. 2003yê Amerîkayê hewl da Iraq bibe dewleteka federal, ilmanî (laîk) û hevpeymanê Amerîkayê. Xwest Iraq bibe serçaveyekae seqamgiriyê di astê navçeyê de."

Destnîşan dike ku Îranê rêgirî li pêş projeyên demokratîkkirina Iraqê kir û wiha got "Mixabin Îranê gelek hewl da ku ev sîstem pêk neyê. Îranê hewl da hejmnûna xwe ya siyasî, aborî, leşlerî li Iraqê bisepîne. Heya bi radeyekê ev stratejiya Îranê serkeftî bû. Taybet piştî hatina DAIŞê ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî desthelata xwe li ser hemû cihên Iraqê sepandiye."

Herwiha Dr. Hitûtî dibêje, "Li Iraqê partiyên ŞIÎ desthilatin. Ev partî piştevaniya Îranê dikin. Vê rewşê wekiriye ku Iraq her bibe meydana neseqamgirî û nearamiyê. Û bûye warê du ajandayên cûda û nakok. Ajandeya herêmî û ajandeya Amerîkayê."

Basnews
Top