• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Kela Hewlêrê gul li ser geştyaran hatin belavkirin

Gulan Media January 4, 2021 Nûçe
Li Kela Hewlêrê gul li ser geştyaran hatin belavkirin
Îro Rêxistina Dîdara Aştî li Kela Hewlêrê bi amadebûna çend kesayetên Kurd, Ereb, Tirkmen û Krîstiyan, gul li ser geştyaran û pêkhateyên Herêma Kurdistanê belav kirin. Rêxistina Dîdara Aştî ragihand, ev karê wan “peyama pêkvajiyanê” ye û ew li dijî her destdirêjiyekê ne bo ser geştyaran.

Belavkirina gulan li ser geştyaran piştî wê yekê hat, ku di ahenga sersala 2021 de li Hewlêrê hejmarek ji ciwanan êrişî hejmarek otubusên geştyarên Ereb kiribûn, ku ji bajarên navend û başûrê Iraqê ve hatibûne Hewlêrê û ji ber wê yekê alozî çê bibû.

Polîsê Hewlêrê jî ragihandiye, têkildarî êrişa ser geştyaran, hêzên wan 16 kes desteser kirine.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî jî bi tundî êrişa ser geştyaran şermezar kiriye.

Rudaw
Top